Ciwanên Başûrê Kurdistanê li Rojava li eniyên şer in

Komek din a ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser bangewazîya seferberiya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê, xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê û tevlî rêzên berxwedanê bûn. Helo Qendîl yek ji wan ciwanane ku ji bajarê Ranyayê xwe gihandiye navçeya Zirganê ye.

Her ku diçe nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berfirehtir dibe, ji bilî xwepêşandan û baykota kelûpelên Tirkî, ciwanên Başûr li dijî dagirkeriya Tirk kom bi kom xwe digihînin eniyên Berxwedana Rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê.

Helo Qendîl yek ji wan ciwanane ku ji bajarê Ranya ya Başûrê Kurdistanê ye, li gel çend ciwanên din berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û tevlî refên QSD’ê bûye ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan, li navçeya Zirgan berxwedanê dike.

Qendîl da diyar kirin ku koma wan 12 kes bûn û biryar da ku ji bo seferberiya Rojavayê Kurdistanê biçîn û got: “Me xwe gihand Rojava û niha her yek ji me, li eniyekê li dijî dagirkeran li ber xwe dide. 

Helo Qendîl di dawîya axafina xwe de daxwaz ji ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kirin ku bê dudilî tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin û axa Rojava ji êrîşên dagirkeran biparêzin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji beriya van çend komên din ên Başûrê Kurdistanê jî xwe gihand Rojavayê Kurdistanê û di refên berxwedanê de cihê xwe girtin.