Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê seferberî ragihandin

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevlî pêngava seferberiyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dibin. Ciwanan gotin, "Em ê mil bi mil bi gerîla re li ber dagirkeriyê rabin."

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê, di salvegera yekemîn a şehadeta Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Qasim Engîn de li ser gora wî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ciwanan bi vê daxuyaniyê bersiv dan banga Komalên Ciwan a ji bo seferberiya li dijî dagirkeriyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya armanca xwe ya Mîsakî Mîlî û xewn û xeyalên Osmanî de êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê berfireh kiriye.

Tevgerên Ciwanan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo vê armanca xwe jî bi hezaran çeteyên ji derdorê civandiye bi kar tîne û destnîşan kir ku hêza herî mezin a li pêşiya pêkhatina van armancên dewleta Tirk dibe asteng, PKK û gerîlayên azadiyê ne.

Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hate kirin û hate ragihandin, ku dewleta Tirk çawa ku li Heftanîn û Garê bi berxwedaneke xurt a gerîla têk çû, li van herêman jî derbên giran dixwe.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku dewleta Tirk bi destûra hêzên herêmî û navneteweyî êriş dike û çawa ku beriya niha li Helebçeya şehîd, li Serdeşt û Balîsanê çekên kîmyewî li dijî Kurdan hate bikaranîn, niha jî li çiyayê Mamreşo, Avaşînê li dijî gerîlayên Kurdistanê tên bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku gelek gerîla ji ber bikaranîna çekên kîmyewî şehîd bûn.

Ciwanan bal kişandin ser nêzîkatiya hin hêzên Başûrê Kurdistanê ku ji bo xatirê berjewendiyên xwe bêdeng in û mîna ku êrişek li ser Kurdistanê nîne tevdigerin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê gelê me baş zanibe, piştî dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê êriş wê yekser li ser Qendîlê bê kirin ku ev der keleha Kurdan e. Piştre jî wê Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniye bê dagirkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê ev helwest nîşan dan:

"Bi navê ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji bo têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker, me biryar dan ku helwesta welatparêziyê nîşan bidin. Em banga Komalên Ciwan silav dikin û biryarê didin ku mil bi mil li gel gerîlayên Kurdistanê li dijî dijmin şer bikin. Em ê nehêlin ku xewnên wan ên qirêj pêk were."