Ciwanên Başûrê Kurdistanê wê dagirkeriyê şermezar bikin

Endamên Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku wê li dijî dagirkeriya Tirk a Kurdistan û bi taybet Başûrê Kurdistanê meşeke navendî li Silêmaniyê lidar bixin.

Endamên Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku wê li dijî dagirkeriya Tirk a Kurdistan û bi taybet Başûrê Kurdistanê 12’ê Hezîranê meşeke navendî li Silêmaniyê lidar bixin. Her wiha wê li Qendîl çalakiya ciwanan a mertalên zindî destpê bike.

‘EM Ê DAKEVIN QADAN Û DAGIRKERIYÊ PROTESTO BIKIN’

Daxuyanî ji aliyê Qanî Xelîl ve hate xwendin û ev hate gotin: “Di destpêkê de em êrîşên li ser Başûrê Kurdistan û tevahî xaka Kurdistanê şermezar dikin û berxwedana gerîlayên Kurdistanê silav dikin. Dewletên dagirker ên weke Tirkiye, Îran û Iraq dagirkeriyê li ser Kurdistanê ferz dike. Bi taybet ev êrîş li Xaxûrkê û Kerkûkê cihên herî zêde Kurd lê ne rû didin. Zevî û baxçeyên Kurdistaniyan tên şewitandin û talankirin. Em ê li dijî her cûre êrîşên dagirkeriyê dakevin qadan û wan protesto bikin.”

BANGÊN RABÛNA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Xelîl di dawiya daxuyaniyê de bal kişand li ser dagirkeriya li herêma Sidekan ku armanca vê dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistane û hate gotin ku pêwîste hemû gelê Başûr li dijî vê yekê rabin ser piyan û helwesta xwe nîşan bidin.

Xelîl da xuyakirin ku di pêşengtiya Ciwanên Başûrê Kurdistanê de wê 12’ê Hezîranê li bajarê Silêmanî meşeke navendî li dijî êrîşên dagirker li ser Başûr û tevahî Kurdistan bê lidarxistin.

Her wiha hate ragihandin ku wê 14’ê Hezîranê jî li Qendîl ciwan çalakiya mertalên zindî bidin destpêkirin.