Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê banga serhildanê kirin

Tevgera Ciwanên Welatparêz li djî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê banga serhildanê kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin, ‘’Serdem serdema serhildanê ya li dijî dagirkeriyêye’’.

Daxuyanî li navenda Tevgerê ya li Silêmanî ji hêla Tewar Adil ve hate xwendin.

Adil bi bîr xist ku polîtîkayên dagirkirinê yên dewleta Tirk berdewam dikin û got, ‘’Leşkerên Tİrk hem êrîşê tîne ser Başûrê Kurdistanê û hem jî bi çekên xwe dikeve gundan. Di vê qonaxê de, li dijî dagirkeriya ku pê tê xwestin xaka me dagir bikin, destkeftiyên me tine bikin û fikaran çêdikin, em bang li gelê Kurd, bi taybetî jî bang li gelê Başûr dikin, bêdengiya li dijî hêzên dagirker îxanet e. Hem jî îxaneta li dîrokê ye.

DEMA LIV Û TEVGERÊ YE

Ji bo vê jî dema wê ye ku em derkevin qadan û divê em nehêlin ku dagirker li ser xaka me bimînin. Jinên ciwan û xort divê em rûmet û namûsa xwe biparêzin. Heke kesek parastina me neke em ê bi vîna xwe xak û gelê xwe biparêzin.’’

‘EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BÊDENG NEMÎNİN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ew ê li dijî dagirkeriyê bêdeng neminin; ‘’Em ê li dijî dagirkeriyê bedeng neminin. Em ê bi hêrsa xwe çavê dijmin derînin. Ti hêz nikare me bisekinîne. Dem ne dema bêdengiyê ye. Berpirsyariyeke dîrokî li ser milê me ye û em ciwan ji vê re hazir in. Em jinên ciwan li djî dewleta êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Rojava em çawa tevlî nav berxwedanê bubin, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ku ketine xaka Başûrê Kurdistanê jî em ê li ber xwe bidin.’’