Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Çiyayê Ezmer ê Silêmaniyê bi semînerekê û fîşekên hewayî 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya Gelê Kurd pîroz kirin.

Ciwanên ku li hev kom bûn, bi semînerekê sala 39’an a Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Çiyayê Ezmer pîroz kirin.

Ciwanan ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin û piştre dest bi semînera xwe kirin. Ciwanan di semînerê de bal kişand ser têkoşîna Pêngava Çekdarî ya 15’ê Tebaxê û bang li ciwanan kir ku bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî çalakiyan bibin. 

Ciwanan anî ziman ku têkoşîna ji Pêngava Çekdarî ya 15’ê Tebaxê destpê kir heta îro bê rawestan li Zap, Avaşîn, Metîna û Şikefta Birîndaran dewam dike. Ciwanan destnîşan kir ku dagirker li ber hêza gerîla winda kiriye û têk çûye. Ciwanan destnîşan kirin ku gerîla bi şêwaz û taktîkê demê yê nû yê gerîla têkoşînek mezin dide û pêşiya dagirkeriyê girtiye.

Bang li hemû ciwanan hate kirin bi ruhê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ tevlî şoreşê bibin.