Ciwanên Şoreşger li çeteya fûhûşê xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava 'Serî Hilde' de li Amedê li dijî çeteyên fûhûşê û AKP'ê yên faşîst çalakî kir.

Li gorî bîlançoya çalakiyan a meha Kanûnê ku ji aliyê yekîneya tolhildanê ya Şehîd Delal Amed a Tevgera Ciwanên Azad ve hate eşkerekirin, yekîneya tolhildanê ya Şehîd Delal Amed li Yenîkoy a Amedê bi fîşekên hewayî û bombeyên deng êrîş birin ser qereqola 10 Nîsanê.

Li Baglarê jî, yekîneya tolhildanê ya Şehîd Delal Amed bi bombeya deng çalakî li dijî du malên fûhûşê kir.

Wekî din, li navçeya Baglarê bi molotof kokteylan li dijî marketeke dewleta Tirk ve çalakî hate kirin.