Ciwanên Şengalê: Parastina Şengalê ji Asayîşa Êzidxanê re bihêlin

Ciwanên Şengalê bang li hêzên hikûmeta Kazimî kirin ku ji nava Şengalê derkevin û parastina herêmê ji Asayîşa Êzidxanê re bihêlin.

Li Şengalê çalakiyên li hemberî êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî berdewam dike.  Ciwanên Şengalê li bajarokê Sinunê li Bûlwarê Şehîd Mam Zekî Şengalî li hev civiyan û çalakiyek li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de dowîz û pankartên li hemberî êrîşên hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî û PDK’ê hildan.

Ciwanan di çalakiyê de xwest ku hêzên hikûmeta Kazimî ji herêma Şengalê derkevin û parastina herêmê ji Asayîşa Êzidxanê re bihêlin.