Ciwanên Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê meşiyan

Ciwanên Şengalê bi meşeke bi meşaleyan silav dan berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û bang li ciwanên Êzidî û tevahiya ciwanên Kurdistanê kir ku tevlî cenga azadiyê bibin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî, bi tevlîbûna xelkê Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên dagirkeran, meşek meşaleyî lidarxistin. Meş li ber dibistana navenda Komelgeha Duhla destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi gerîla re hatin qîrîn. Alên PKK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Meşa meşaleyî heya ber derê avahiya Meclîsa Gel dewam kir.

Li ber derê Meclîsa Gel a Şengalê, li ser navê ciwanan, Salim Şengalî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; "Em wek ciwanên Êzidî tifaqa şer a li ser me û gerîlayên azadiya Kurdistanê ti carî qebûl nakin. Ji ber ku ev tifaqî raste rast dijminahiya gel, ol û baweriyane. Şerekî mezin heye û divê haya her kesî ji vî şerî hebe. Şerê hebûn û tinebûnê ye, lewma dewleta Tirk bi hemû hêza xwe vî şerî dide meşandin. Dewleta Tirk ji bo bigihêje encamê, hemû hêza xwe bi kar tîne. Tevî teknîk û hemû hêza xwe jî, heya niha jî nekariye li Zap, Metîna û Avaşîn bi serkeve. Ev şer nîşana binketina dewleta Tirk e. Niha dixwazin bi destê NATO mala Barzanî bixin nav şer, bi taybetî li Metîna NATO dixwaze tevliheviyê derxe û gerîla û pêşmerge bîne beramberî hev.

Bila pêşmerge nekevin vê xefikê, eger wisa biçe ev yek wê faleketek mezin bi xwe re bîne. Ji ber ku ger gerîla nemîne, wê Kurd û Kurdistan jî nemîne. Şerê gerîla ya hemberî dagirkeran, şerek dîrokî ye û dijmin li ber ketinê ye.

Em wek ciwanên Êzidî, ji warê mam Zekî, Beşîrna heya Zerdeşt û Egîd Civiyan, silavên xwe ji gerîlayên azadiyê re dişînin. Em ê teqez dagirkeran li ser axa welat derbixin. Em bang li ciwanên Êzidî û tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin, werin Cenga Azadiyê.

Em bi berxwedan û têkoşînê dagirkeran bin bixin û Rêber Apo azad bikin.

Piştî daxuyaniyê bi agir ‘Cenga Azadiyê’ hate nivîsandin û bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin qêrîn.