Ciwanên Şengalê ji bo rizgarkirina êsîran çalakî kirin

Ciwanên Şengalê li dijî bicihkirina malbatên DAÎŞ'î li Mûsilê daketin qadan û bang li rêveberiya Bexdayê kirin ku beriya her tiştî êsîrên Şengalî rizgar bike.

Nava vê hefteyê, nêzî 100 malbatên DAÎŞ'î yên li kampa Holê, ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin wergirtin û li cihekî Mûsilê hatin bicihkirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da, ku bêyî wergirtina tedbîrên têrker, ew DAÎŞ'î hatine wergirtin.

Doh jî komek ji ciwanên Şengalê, xwepêşandanek li dar xistin û bang li rayedarên Iraqê kirin, ku li şûna malbatên DAÎŞ'î vegerîne, bila destpêkê êsîrên wan ên di destê DAÎŞ'ê rizgar bikin.

Çalakî li ber avahiya Dadgeha Bajarokê Sinûnê pêk hat û daxuyaniyek hate dayin.

Di çalakiyê de wêneyên jinên Êzidî yên di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin û hatine revandin, hatin vekirin. Her wiha pankartên wekî, “Eger tu nikarî zulmê rakî, denge xwe bigihîne her derê”, “Eger tu nikarî jinên Êzidî yên esîr rizgar bikî, herkesî pê bi hesîne”, “Jinên esîr ên Êzidî rûmeta herkesek bi şeref e” hatin bilindkirin.

Rêveberê Bajarokê Sinûnê Xwedêda Çûkê ku beşdarî çalakiyê bû got: “Çeteyan dayîk û xwîşkên me dîl girtin û li bazaran firotîn. Îro jî hikûmet malbatên van çeteyan di ser axa me re derbasî Mûsilê dikin. Bêyî ku lêkolîn bê kirin ka di nava wan malbatan de keç, jin û zarokên Êzidiyan hene yan na, ev veguhestin tê kirin.”

Xwedêda Çûkê destnîşan kir ku raya giştî, aliyên siyasî, hikûmeta û saziyên navneteweyî li hemberî Êzidiyan bêdeng mane û bang li Hikûmeta Iraqê û Netewên Yekbûyî (NY) kir da ku bi erka xwe rabin û keç, jin û zarokên Êzidiyan ji nava van malbatên çeteyan derxînin.