Ciwanên Çemçemalê xwe ji bo meşa Zînî Wertê amade dikin-NÛ BÛ
Ciwanên navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê tevlî meşa 16'ê Gulanê ya Zînî Wertê bibin.
Ciwanên navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê tevlî meşa 16'ê Gulanê ya Zînî Wertê bibin.
Bi armanca bidawîkirina aloziya li Zînî Wertê, ku bi bicihbûna hêzên pêşmerge yên PDK'ê rû da, ciwanên Başûr xwe ji bo meşa dusibe amade dikin.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê wê 16'ê Gulanê li Zînî Wertê meşek pêk were.
Komek ji ciwanên navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyek dan.
Ciwanan diyar kirin ku wê dusibe bi xurtî tevlî meşê bibin.