Ciwanê li Hewlêrê xwe ji bo çi şewitand?

Ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê yê ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî xwe şewitand, eşkere bû ku pêşmergeyekî berê bû û şert û mercên nebaş ên jiyanê şermezar kiriye.

18'ê Gulanê du ciwanan li ber buroya Hewlêrê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakî kirin.

Ciwanan hişyarî dan ku eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê xwe bişewitînin.

Ciwanên ku li ber Nûnertiya NY'ê sekinîn, ji aliyê kesî ve nehatin pêşwazîkirin.

Yekî ji ciwanan li pêşiya kamerayên rojnamevanên ku li qadê çalakî dişopandin benzîn bi ser xwe ve da kir û bedena xwe da ber agir.

Heta demekê kesî tiştek nekir. Piştre parêzvanên buroya NY'yê û mirovên li derdorê agir vemirandin.

Rewşa Mihemed Mahmûdî yê ku rakirine nexweşxaneya Hewlêrê krîtîk e.

Mahmûdî yê 27 salî beriya bedena xwe bide ber agir li pêş kamerayan wiha got, "Ji ber karên xwe yên siyasî, gelo divê di vî halî de bim? Gelo ev jiyan e? Çar sal in em bêmal in, mîna kûçikan dijîn."

Li gorî AFP'ê Mahmûdî got, "Eger ez vegerim Îranê ez ê bêm darvekirin. Li vê derê êdî ji bilî park, mizgeft an jî malên hîn di înşaetê de ne, cihekî ku mirov xwe lê bistirîne nîne."

Gelek hevalên wî yên ku navê xwe eşkere nekirin, ji AFP'ê re diyar kirin ku Mahmûdî pêşmergeyekî berê ye û ji bajarê Bûkanê ye.

Mahmûdî sala 2017'an serî li Neteweyên Yekbûyî da ji bo statuya siyasî werbigire.

Buroya Hewlêrê ya Neteweyên Yekbûyî jî ti daxuyanî nedaye.