Ciwanan serdana Herêm Mehmûd kirin
Ciwan çûn serdan endazyar Herêm Mehmûd ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd li Kelar a Germiyanê 84 roj in di grevê de ye.
Ciwan çûn serdan endazyar Herêm Mehmûd ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd li Kelar a Germiyanê 84 roj in di grevê de ye.
Li navçeya Kelar a Germiyanê endazyar Herêm Mehmûd li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ji bo piştgiriyê çûn serdana Herêm Mehmûd. Herêm Mehmûd xêrhatin ciwana kir û eşkere kir ku serdana ciwanan moral û hêz da wî. Herêm Mehmûd di axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku ji bo civaka xwe xebatê bikin û xwe bi rêxistin bikin.
Li ser navê ciwanan jî Kurdo Pênciwênî axivî û ji hemû çalakgerên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê re serkertin xwest û bang li ciwanan kir ku piştgiriyê bidin berxwedana dayik û çalakgeran.
Ciwanan weke xelat xavikek spî dan Herêm Mehmûd.