'Cihê AKP'ê li Wanê nîne'

Gelê Wanê diyar kir ku AKP wê di vê hilbijartinê de ji holê rabe û HDP jî wê bi dengekî zêde bi ser bikeve. Şêniyên Wanê gotin, ji bilî nav, tiştekî AKP'ê wê li Wanê nemîne.

Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP'ê li Wanê nêzî 80 ji sedî yê dengan girtibû û 7 ji 8 parlamenterên li bajêr bi dest xistibû. Gelê Wanê dibêje, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê vê carê temamiya 8 parlamenteran ji HDP'ê bin. Şêniyên Wanê li ser tercîh û bendewariyên xwe yên hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ANF'ê re axivîn.

Kerem Oral diyar ki rku AKP'ê bi salan zilm li gelê Kurd kir û got, Kurd wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. Oral destnîşan kir ku zilma AKP'ê wê di 24'ê Hezîranê de biqede û got, "AKP'ê hemû nûnerên gelê me xist zindanê. Qeyûm danîn ser şaredariyên me. Bi hezaran mirovên me ji kar derxistin. Em ê hesabê vê zilmê teqez ji AKP'ê bipirsin. Mîna li gelemperiya herêmê em ê di 24'ê Hezîranê de li Wanê jî AKP'ê ji holê rakin."

'EM Ê DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE HESAB BIPIRSIN'

Mûsa Aksan jî da xuyakirin ku wê dengê xwe bide HDP'ê û di vê hilbijartinê de HDP wê tememiya 8 wekîlên li Wanê bi dest bixe. Aksan got, "AKP'ê heta niha li her derê dijminatî li Kurdan kir. Me dît bê li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê çi bi serê Kurdan anî. Em ê hesabê tiştên anî serê gelê me di 24'ê Hezîranê de bipirsin. Em bi şev û roj ji bo hilbijartinê dixebitin. Êdî li Wanê cih ji AKP'ê re nîne."

Rasîm Alici anî ziman ku HDP ji her demê bêhtir xurt e û got, wê hesabê kiryarên li Efrînê li gelê Kurd hatin kirin di 24'ê Hezîranê de bipirsin. Alici destnîşan kir ku her kesên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin divê deng bidin HDP'ê.

Mursel Kapagan da zanîn ku AKP ji bilî rijandina rondikan, êş û azarê tiştek ji gelê Kurd re nekir û got, bi yekîtî û hevgirtina gelê Kurd re wê di vê hilbijartinê de sîleya demokrasiyê li AKP'ê bê xistin. Kapagan ji her kesî xwest ku destê xwe deynin ser wijdanê xwe, bi vî rengî dengê xwe bidin û got, "Divê em xwedî li sindoqên xwe jî derkevin. Ji ber ku ne diyar e bê çi bi wan bikin. Lewma divê em gelekî baldar bin. Ji bo me dengekî bi tenê jî gelekî girîng e. Di vê hilbijartinê de em ê hesab ji AKP'ê bipirsin û nûnerên gelê Kurd ên hatine girtin jî rizgar bikin."

'HDP LI WANÊ JI HER DEMÊ BÊHTIR XURT E'

Mele Seîd Bagiş destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê hilbijartinên hesabpirsîna ji zaliman e û got, HDP ji her demê bêhtir li Wanê xurt e. Bagiş diyar kir gel timî bi HDP'ê re ye.

Mûstafa Yurek jî got, "Tevî ku AKP hemû derfetên dewletê bi kar tîne, wê li Wanê bi destvala vegere. Buroyên wan ên hilbijartinê vitî vala ne. Mirov êdî naxwazin biçin cem AKP'ê. Yên ku berê deng dan AKP'ê jî wê dengê xwe êdî nedin."

'HDP WÊ LI WANÊ 8 WEKÎLAN DERXÎNE'

Giyasettîn Koç bi bîr xist ku AKP hewl dide di vê hilbijartinê de HDP'ê li binê bendê bihêle, lê wê bi xwe têk biçe û got, "HDP wê ji her demê xurtir cihê xwe li meclîsê bigire. Di 24'e Hezîranê de her kes wê vê baş bibîne. Gelê Kurd tiştên lê û nûnerên wê hatin kirin ji bîr nekir. Di serî de Wan wê li hemû bajarên Kurdan hesabê vê yekê di 24'ê Hezîranê de were pirsîn. Li Wanê em ê 8 wekîlan derxînin û AKP jî bikeve nava şoqeke mezin. Wê careke din bi xwe re nebînin ku li Wanê bigerin."