Cezayê pereyan li dayikên girtiyan birîn!

Ji ber ku dayikên girtiyan, rêveberên HDP û TÛHAYDER’ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê cezayê pereyan li wan hate birîn.

Li Wanê ceza dan dayikên girtiyan, siyasetmedar û nûnerên saziyan ên ku bal kişandibûn ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.

Hincet weke “Qanûna Qebehetê” hate nîşandan û 320 TL ceza li dayikên girtiyan, rêveberên TÛHAYDER ên Şaxê Wanê, rêveber û hevserokên HDP’ê yên bajêr hate birîn. Şaxê Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ku ceza birî, 3 caran cezayê pereyan li hinek dayikan birî.

Dayikên girtiyan li avahiya HDP’ê li hev civiyan û nerazîbûn nîşan dan. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan, hevserokên bajêr, rêveberên TÛHAYDER û gelek kesan piştgirî dan dayikan.

Dayika Aştiyê Zekiya Kaya wiha got; “Ji bo ku zarokên me nemirin me çalakiya rûniştinê li dar xist. Ji bo ku mirin çênebin û aşitî pêk were me çalakiya rûniştinê li dar xist. Lê li beramberî vê banga me ya aştiyane cezayê pereyan hate dayîn.”

‘EM Ê NEDIN’

Kaya bi domdarî got; “Em vî cezayî nadin. Em wî pereyî nadin. Ji ber ku me tu sûc nekiriye. Me xwest zarokên me jiyana xwe ji dest nedin. Me destê aştiyê dirêj kir. Me xwest darbesta zarokên me ji girtîgehan dernekeve. Her çiqas ceza li me bibirin jî dîsa em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berdewam bikin."