Cezayê muebet, 10 sal û 10 meh li Arat ê ji doza Sûrê dihate darezandin birîn

Mehmet Şîrîn Arat ê ji Doza Sûrê dihate darezandin, bi sûcê ‘Xirakirina yekîtiya dewlet û yekparebûna welat’ sûcê muebet û ji sûcê ‘Kuştina erkdarê cemawerî yê ku mexdûr ne diyar e’ jî 10 sal û 10 meh ceza lê hate birîn.

Di derbarê 26 jê girtî 47 kesan de ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr a Amedê asê mabûn de bi îdîaya ‘Xirakirina yekîtiya dewlet û yekparebûna welat’ û ‘endamtiya rêxistinê’ li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin. Rûniştina doza Mehmet Şîrîn Arat ê bersûcê Doza Giştî ya Sûrê pêk hat. Arat û parêzerê wî Aydin Altaç li rûniştinê amade bûn.

Dadgehê rûniştina ku ji ber sedemên guherînên heyetê bi xwendina girteyên berê destpê kir, mûtalaya 20’ê Çileyê ya hatibû pêşkêşkirin dubare kir û bi îdîaya ‘Xirakirina yekîtiya dewletê û yekparetebûna welat’ û ‘Ji ber bi zanabûn kuştina erkdarê cemawerî yê hatî şûna kes’ daxwaza cezayê muebeta giran xwest. Her wiha dadgehê  bi hinceta gumanên sûc ên bi hêz, rêjeya ceza ya pêşbîniya ji bo sûc, nebesbûna tecbîrên kontrola edlî daxwaza biryara domandina girtinê xwest.

Arat ê li dijî girteyên dadgehê parastina xwe kir, anî ziman ku hemû daxwazên ji bo wî tên kirin qebûl nake. Arat anî ziman ku dema ji Sûrê derketin bi gefa Fermandarê Alaya Yekemîn dîmenên wî hatiye kişandin û got: “Ev dîmen weke seneryoya hêzên ewlekariyê hatin kişandin. Li wir şer tine bû. Ji xwe di wêneyan de jî dixuyên, em li gel tankan hatin ser hişê xwe. Bi zext û şidetê îfade hatine girtin. Kesên ku ez nasnekirî min teşxîs kirin. Min teşhîsa vê xwest, serokê dadgehê li ser navê te got: ‘teşxîs nîne’. Daxwaza berdana xwe dikim.”

Parêzerê Arat Altaç jî got: “Muwekîlê min di kîjan bûyerê de cih girtiye, gule bera kê daye û ziyan daye kê. Tiştekî wiha li holê tine. Mûwekîlê min dikare bi samîmî wêneyên tên nîşandan dibêje yên mine. Divê di çalakiyê de berpirsê karê tê kirin diyar be. Divê di çalakiyê de kes bê diyarkirin. Daxwaza demê muwekîlê xwe yê girtinê li ber çavan bê girtin û daxwaza berdanê dikim.

Heyeta dadgehê piştî navberê ji bo Arat ji sûcê ‘Xirakirina yekîtiya dewletê û yekparebûna welat’, muebet, ji sûcê ‘Kuştina erkdarê cemawerî yê ku mexdûr ne diyar e’ jî 10 sal û 10 meh ceza lê hate birîn.