Cerdevanên ku wê tevlî êrîşên dagirkeriyê bibin diyar bûn

Dewleta Tirk cerdevanên ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê tevlî êrîşa nû ya dagirkeriyê bibin diyar kir. ANF'ê lîsteya navê wan bi dest xist.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku hewldanên xwe yên dîplomatîk û leşkerî yên ji bo êrîşa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku navenda wê Garê ye didomîne, hêzên xwe yên li herêmê jî xurt dike. Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku cerdevanên wê tevlî êrîşa nû ya dagirkeriyê bibin jî hatine diyarkirin.

Dewleta Tirk ku beriya niha bi hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK'ê re di nava têkiliyeke xurt de bû, lêgerîna xwe ya ji bo êrîşên nû di aliyê leşkerî û siyasî de didomîne. Bênavber bi navên cuda hêz dişînin qadên gerîla, berê jî hêzên PDK'ê li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê li van herêman hatibûn bicihkirin. Tê diyarkirin ku hêzên Zerevanî û Gulan ên PDK'ê ku di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de şandibûn herêmê, çûne Sîde û Şêladizê û wê 15 qeraqolan li wir ava bikin.

BI SEDAN CERDEVAN HATIN AMADEKIRIN

Dewleta Tirk a ku xwest nerazîbûnên li dijî hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk bi şêwayên cuda bişkîne vê carê ji bo ku cerdevanan li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar bîne ket nava tevgerê. Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku bi sedan cerdevanên ji navçeya Gever a Colemêrgê ji bo tevlî êrîşa dagirkeriyê ya nû bibin hatine diyarkirin. ANF'ê "lîsteya navên cerdevanên ku li Fermandariya Cendirmeyan a navçeya navendî ji bo peywira dervî sînor hatine wezîfedarkirin” bi dest xist. Di lîsteyê de nav û paşnavên cerdevanên ku di Fermandariya Tûgay a Sînor a 34’emîn û Fermandariya Tûgay Komando ya 51’emîn de hatine wezîfedarkirin, heye. Di lîsteyê de ji nav û paşnavê wan diyar dibe ka ji kuderê ne û ji hejmarên telefonên wan heta koma wan a xwînê, ji hejmara nasnameya wan a TC’ê heta wezîfeyên ku girtine, agahî hene.

LÎSTEYA CERDEVANAN WIHA YE

Cerdevanên ku navên wan di belgeya 6’ê Adara 2024’an de hatine rêzkirin ev in: