Cerdevanên di şer de mirin wekî karker nîşan dan

Li Qilebanê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk de şer derket û 3 cerdevan hatin kuştin. Walîtiya Tirk cerdevanên hatin kuştin, weke karker nîşan da.

Roja 28'ê Tebaxê li navçeya Qileban a Şirnexê di navbera leşkerên Tirk, cerdevanên ku li pêşiya operasyonê rê nîşanî leşkeran didan û gerîlayên HPG'ê de şer derket. Di şer de 3 cerdevan hatin kuştin. Walîtiya Tirk di cih de daxuyanî da û ev îdîa kir, "PKK'ê 3 karker kuştin." Lê piştre derket holê ku kesên hatine kuştin ne karker, lê cerdevan in.

Şer li ser rêya ku ji bo leşkeran li herêma Dugundagi ya gundê Ortasuyê dihate çêkirin qewimî û cerdevanên bi navê Kadrî Oslu, Ramazan Yakut û Cangîr Yilmaz hatin kuştin. Derket holê ku kesên navborî hem cerdevan in, hem jî di karê çêkirina rêya leşkerî de dixebitîn.

Hat diyarkirin, cerdevanên ku hatine kuştin, bi agahiya Qereqola Jendermeyan a Ortasûyê di karê rê de hatine xebitandin. Waliyê Tirk ê li Şirnexê ku xwest vî şerî binixumîne, 3 cerdevan jî wekî karkerê înşaeta herêmê da nîşan.

HPG'Ê HIŞYAR KIRIBÛ

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin girtin, ev cerdevanên ku medya û rayedarên AKP'ê weke sivîl dane nîşan, HPG'ê gelek caran ew hişyar kirine ku di çêkirina rê de cih negirin û alîkariyê nedin leşkeran.