Cenazeyên şehîdên TCM'ê bi merasîmekê  hatin veşartin

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh di encama êrîşekî kontra de 2 endamên Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) Huseyîn Kuluman (Hesen Şirnex) û Elî Çîçek şehîd bibûn, cenazeyê şehîdan îro li Qendîlê bi merasîmekî girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) du şehîdên xwe yên Endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr Huseyîn Kuluman (Hesen Şirnex) û Elî Çîçek ku duh di encama êrîşekî kontra de şehîd bibûn, îro bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Qendîlê û li Goristana Şehîd Mihemed Karasungur bi merasîmekî girseyî hatin veşartin.

Cenazeyê du Şehîdan li Qendilê ji aliyê şêniyên Qendilê û Tevgera Azadiyê ve hatin pêşwazîkirin,  piştre cenaze bi dirûşmeyan hatin definkirin.

'WÊ HÊZÊN KOMPLOGER HESABÊ VÊ GIRAN BIDIN'

Piştî definkirina cenazeyan Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak axivî û got; “Hevalên hêja ji xwe ji bo herdu şehîdên me li Wargeha Mexmûr merasîmek girseyî hat lidarxistin, me xwest ji bo van şehîdên xwe merasîmek girseyî li cîhê ku hertim ji bo wê şer dikin û bixwe jî bûne evîndarê vê axê, me jî xwest van şehîdên xwe ligel hevalên wan a şehîd defin bikin. wek tê zanîn di encamek êrîşa kontrawarî de, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî du hevalên me yên ciwan bi xayinti, bi namerdî û bi bêbextî hatin şehîdxistin. Em vê êrîşa kontrawarî, îxanetî û bêbextiyê şermezar dikin. Em wekî gelê berxwedêr a Wargeha Mexmûr dibêjin, wê bi tû şêweyî dijmin nekaribe ji berxwedaniya gelê Wargehê, ji serhildaniya gelê Wargehê, ji dilsoziya û welatparêziya gelê Wargehê nikaribe tawîz bigire û wê bi ti şêweyî nekaribe serî liwan bide tewandin. Ji ber ku koka xwe gelê Botanê ye, gelekî ji dîrokê heta niha gelekî berxwedêre, gelekî serhildêre heta vê roja xwe ya îro jî bi têkoşîn û berxwedanê hatiye. Ti kes nikare bi van êrîşên bêbextane û komplowarî ji gelê me yê Wargehê re gav paşde bide avêtin, kî vê êrîşê pêk anîbe wê heya dawî hesabê vê bipirsin, emê heya dawî şopdarê têkoşîna wan bin.”

'TÊKOŞÎNA ME RANAWESTE, HETA SERKEFTINÊ WÊ BIDOME'

Piştî axaftina Fîlîz Bûdak Endamê Encûmena Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Raperîn Mam Şivan axivî û wiha got; “Em di destpêkê xêrhatina we dikin, kesên ku hatine ji bo her du şehîdên, qehreman, herdû şehîdên Yekîtiya Netewî heval Hesen û heval Elî definbikin em xêrhatina wan dikin. Hevalên hêja di 14’ê Tîrmehê de bi pêşengiya heval Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş têkoşîn destpêkir. Heya niha têkoşîn berdewam dike, di 15’ê Tebaxê de di pêşengiya heval Egîd de têkoşînek çekdarî destpêkir heya niha jî berdewame, li Rojavayê Kurdistanê têkoşîn berdewame, bi pêşengiya YPG,YPJ û QSD’ê ve têkoşîn berdewame. Heya ku dijmin siyaseta înkar û îmhayê li dijî Kurdan berdewam bikin wê têkoşîn jî berdewam bike, niha jî têkoşîn di pêşengiya heval Hesen û heval Egîd de berdewam dike. Ev tekoşîn ticar nasekine heya serkeftinê. Em dûbare sersaxî ji hemû gelê Kurd dixwazin û dibêjin Şehîd Namirin. "

Piştî axaftinan bi dirûşmeyên, ‘Bimre Komologerî’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bîjî Serok Apo’ cenazeyê şehîdên TCM'ê li goristanê hatin veşartin.