Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Çatak û Erîcek bi dorpêçê hatin veşartin

Cenazeyên Mûsa Anter Çatak û Serhat Erîcek ên HPG'î yên li Çiyayê Bagokê şehîd bûbûn piştî 4 mehan teslîmî malbatên wan hatin kirin. Malbatan dibin dorpêça polîsan de cenazeyên zarokên xwe veşartin.

Li Çiyayê Bagok ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di 7'ê Gulanê de şer derketibû û endamên HPG'ê Mûsa Anter Çatak (Sîdar Rizok) û Serhat Ericek (Rizgar Koçer) şehîd bûbûn. Cenazeyên Çatak û Koçer piştî 4 mehan teslîmî malbatên wan hatin kirin. Malbat ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bigirin, nimûneyên DNA'yê dabûn. Ji ber ku nimûneyên DNA'yê hev girtin, malbatan duh serî li Serdozgeriya Komorê ya Mêrdînê dan. Malbatên ku cenazeyên zarokên wan ne hatin teslîmkirin, duh cardin vegeriyan Mêrdînê. Piştî ku kar û barên li edliyê temam bûn, cenaze ji Goristana Bêkesan a Kamor a li navçeya Artûklûyê hatin derxistin û teslîmî malbatên wan hatin kirin. 
  
Malbata Çatak, bi derfetên xwe ambûlans girt û cenazeyê kurê xwe anî li Goristana Şêx Hesen a li navçeya Hezexê ya Şirnexê defin kir. Polîsên ku goristan kiribûn dorpêçê, destûr nedan ku kes beşdarî merasîma cenaze bibe. 
 
Cenazeyê Erîcek jî, li Goristana Mohrîs a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate veşartin. Malbata Erîcek jî, bi derfetên xwe ambûlans girt û cenazeyê lawê xwe anî Nisêbînê. Cenazeyê Erîcek, dibin dorpêça polîsan de hat definkirin. Polîsan destûr nedan ku kes beşdarî merasîma cenaze bibe.