Cenazeyên gerîla Tekîn û Kartal hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mehmet Reşat Tekîn (Zana Andok) li Amedê, Onûr Kartal jî li Êlihê hatin veşartin.

Gerîlayên HPG'ê Mehmet Reşat Tekîn (Zana Andok) û Onûr Kartal 25'ê Nîsanê li navçeya Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan 29'ê Nîsanê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin, lê tevî vê yekê jî encama testa DNA'yê weke hincet hate nîşandan û cenaze radestî malbatên wan nehatibûn kirin.

Piştî eşkerebûna testa DNA'yê, ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, bang li malbatên gerîlayên HPG'ê kirin. Cenaze nîvê şevê dan malbatên wan.

Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baglar a Amedê ku cenazeyê Tekîn wê lê bihata veşartin ji aliyê bi dehan wesayitên zirxî û bi sedan polîsan ve hate dorpêçkirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, malbatên şehîdan û dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwestin biçin goristanê, lê belê polîsên Tirk destûr nedan. Tenê ji malbata Tekîn û xizmên wan re destûr hate dayin ku biçin goristanê.

Polîsên Tirk her wiha nehiştin nimêj li mizgeftê were kirin, lewma wecîbeyên olî yên Tekîn li goristanê hate kirin. Cenazeyê Tekîn piştre hate veşartin.

Malbata Tekîn wê li Mala şînê ya Hûzûr a li navçeya Peyasê ya Amedê, piştre jî li navçeya Salîhlî ya Manîsayê serdanên sersaxiyê pêşwazî bike.

CENAZEYÊ KARTAL LI ÊLIHÊ HATE VEŞARTIN

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kartal jî di nava dorpêçiya polîsên Tirk de birin Êlihê. Cenaze li Goristana Asrî ya Êlihê hate veşartin. Serdanên sersaxiyê jî wê li navenda Êlihê bên pêşwazîkirin.

CENAZEYÊ AKTAŞ WÊ SIBE BÊ VEŞARTIN

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesût Aktaş (Azîz) jî bi îdîaya "ewlekariyê" radestî malbatê nehate kirin. Tê payin ku cenaze sibe radestî malbata wî bê kirin û li Goristana Deriyê Mêrdînê bê veşartin.