Cenazeyên du zarokên ji ber teqîna mayinê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê, cenazeyên herdu zarokên ku di dema çêrandina sewalan de pê li mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan, li ber hev hatin veşartin.
Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê, cenazeyên herdu zarokên ku di dema çêrandina sewalan de pê li mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan, li ber hev hatin veşartin.
Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî li gundê Yekmalê dema ku heywanên xwe diçêran, ji ber mayinê jiyana xwe ji dest dan.
Malbatên herdu zarokan cenazeyên zarokên xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û li gundê Yemîşliyê veşartin. Cenazeyên Yûsûf û Caner li ber hev hatin veşartin.