Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê li pêşiya nexweşxaneya Firatê ya bajêr kom bûn, cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Newaf El-Casim ku li gundê Cibilhemra ya rojavayê Minbicê, Hesen Îbrahîm ku li gundê Um Xerezê, Ebû El-Nûr ku li gundê El-Mirweh, Zekeriya El-Şêx li gundê Hûta û Ebdulqadir Hebîb yê li gundên başûrê Minbicê jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.
Li goristanê ji aliyê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Mele axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî soza şopandina rêya şehîdên azadiyê da û wiha got: “Em ê axa Minbicê biparêzin″.
Her wiha Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Farûq El-Maşî jî diyarkir ku cangoriyên azadiyê ji bo azadî, rûmeta welat û parastina axa xwe, canê xwe feda kirine.
Nasnameyên Şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre jî li goristanê cenazeyên 5 Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin.