Cenazeyên 2 gerîlayên li Wanê şehîd bûn hatin veşartin

Cenazeyên gerîla Tûran Ozel û Şîlan Okmen ên li bejahiya Wanê şehîd bûn, li warê xwe hatin veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tûran Ozel ê 1'ê Îlonê li bejahiya navçeya Miksê ya Wanê şehîd bû, li warê xwe li Êlihê hate veşartin. Malbatê cenaze doh ji Wanê wergirt û anî Êlihê. Malbatê xwest ku piştî wecîbeyên olî cenaze bi merasîmeke girseyîv eşêre. Lê belê polîsên Tirk ên dor li goristanê girtin, nehiştin ku ji bilî endamên malbatê kes tevlî merasîma cenaze bibin.

Cenazeyê Ozel li Goristana Asrî ahte veşartin. Di merasîmê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.

CENAZEYÊ OKMEN LI MÊRDÎNÊ HATE VEŞARTIN

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Şîlan Okmen a di heman şerî de şehîd bû, doh hate wergirtin. Malbata Okmen cenaze bir taxa Evîna ya naveya Stewr a Mêrdînê. Jendermeyan nehiştin ku cenaze bi merasîmeke girseyî bê veşartin.

Malbatê ji bo şuştina cenaze û bicihanîna wecîbeyên olî cenaze bir mizgefta taxê. Lê belê deriyê mizgeftê hatibû girtin û ji malbatê xwestin ku cenaze bêyî bişo û bêyî bicihanîna wecîbeyên olî veşêre.

Malbatê nerazîbûn nîşanî zilmê da û diyar kir ku heta wecîbeyên olî bi cih nîne wê cenaze veneşêre. Li ser vê yekê deriyê mizgeftê hate vekirin, cenaze hate şuştin û piştî bicihanîna wecîbeyên olî hate veşartin. Ji bo Okmen li taxê konê sersaxiyê hate vedan.