Cenazeyê Zekî Çelebî sibe ber bi Bakurê Kurdistanê ve tê şandin

Komeleya Karkerên Mezopotamya ragihand ku wê sibe cenazeyê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî ber bi Bakurê Kurdistanê bê şandin. Komeleyê banga tevlêbûna merasîma şandinê li gel kir.

Cenazeyê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz ku şeva 17’ê Gulanê rastî êrîşeke çekdarî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hatibû û di encamê de bi giranî birîndar bibû û 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar jiyana xwe ji dest dabû, sibe ber bi bajarê Wan’ê yê Bakurê Kurdistanê ve tê şandin.

Komeleya Karkerên Mezopotamya agahî da ku wê sibe saet 10.00’ê sibehê bi awayeke girseyî cenaze ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê bigirin û bibin cihê ku lê şehîd bûye ango taxa Bextiyarî. Li wir piştî merasîmeke girseyî wê gel heya mizgefta Ehmedê Hecî Elî (City Center) li gel cenazeyê bimeşe. Piştre wê bi karwaneke bi heybet heya Koyê li gel cenaze biçin.

Komeleya Karkerên Mezopotamya ji bo merasîma hevalê xwe Mihemed Zekî Çelebî banga tevlêbûnê li xelkê Silêmaniyê û welatparêzên ji Bakurê Kurdistanê kir û got: “Em hêvî dikin gel weke helwesteke niştîmanî li dijî êrîşên dewleta Tirk tevlê merasîma hevalê me bibin. Amadebûna we wê helwesteke xurt li dijî dagirkeran û nokerên wan be.”