Cenazeyê Yildiz di bin dorpêçiya leşkeran de hate veşartin

Mûrat Yildiz ê ku bi balafirên şer ên Tirk li bejahiya navçeya Pulurê ya Dersimê jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêçiya leşkerî de hate veşartin.

Mûrat Yildiz ê 28 salî roja 7'ê Gulanê ji bo stargehê çêbike çûbû gundê Aşkirikê, lê bûbû hedefa êrişa balafirên şer ên Tirk.

Cenazeyê Yildiz ku ji be bombardûmanê jiyana xwe ji dest da, piştî 20 rojan di 25'ê Gulanê de ji Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê hate wergirtin.

Piştî ku cenaze birin cemxaneya li Pulurê, ji bo veşartinê cenaze birin goristana navçeyê. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û HDP'î ji bo tevlî merasî bibin hewl dan, lê belê leşkeran nehiştin.