Cenazeyê welatparêzê Kurd Zekî Çelebî ber bi Wanê ve tê şandin -HATE NÛKIRIN

Cenazeyê welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî ku li Silêmaniyeyê bi sûîqestê hate şehîdxistin, ber bi Bakurê Kurdistanê ve bi merasîmekê tê şandin.

Cenazeyê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî yê di encama sûîqestê de 17'ê Gulanê li Silêmaniyeyê şehîd bû, ji aliyê girseya gel ve ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin û merasîmek hate lidarxistin.

Girsya gel bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamya saet 10.00’ê li ber derê Tiba Edlî ya Silêmaniyê kom bû, cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bimire Xiyanet’ ber bi taxa Bextiyarî ku lê şehîd ketibû ve birin. Li wir piştî merasîmeke girseyî wê gel heya mizgefta Ehmedê Hecî Elî (City Center) meşiyan.

Di merasîmê de Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê Komeleya Karkeran a Mezopotamya Muslîm Kaplan Çelebî ew weke şehîdê gelê Kurd û şoreşa demokrasiye bi nav kir û got: “Ey şehîdê rûmetdar, gelê Kurd bi helwest û daxwazên we yên ji bo aştiyê serbilind e. Bila neyar baş bizanibin, ew têkoşîna ku Şehîd Zekî kiriye, wê rêhevalên wî berdewam bikin û bigihîn armancê. Armanca we azadiya gelê Kurd û tinekirina dijmin bû. Lê, mixabin bi destê yên îddîaya Kurdayetiyê dikin û destê xwe xistine destê dijmin de hatî qetilkirin. Em weke endamên HDP’ê û şoreşgerên demokrasiyê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser haman riyê berdewam bikin. Kuştin û êriş nikarin îradeya gelê Kurd bişkêne.”

Piştre Mela Nadir Elî axivî û got: “Şehîd Zekî ji bo Silêmaniyê gelek xizmet kir. Ji ber şehîd Zekî xwe weke xelkê Silêmaniyê didit, lewma daxwaz dikin ku cihî wî avakirî bimîne. Gelek şerm e li vî bajarî dema ku daxwaza mûçe tê kirin, bi dehan wesayît û hêzên ewlehiyê tên li ser cadeyan, lê li ber çavê xelkê û li gel hebûna kamareyan Şehîd Zekî tê şehîd kirin. Heta niha kiryar nehatine dîtin.”

Mela Nadir Elî diyar kir ku wê xelk qebûl neke zarokên vî welatî ji aliyê dijmin were qetilkirin û bang li hikûmetê kir ku dosyayê eşkere biin.

Piştî axaftinan cenaze birin Mizgefta Ehmed Hacî Elî. Li vir jî piştî rêûresmê olî wê cenaze bişînin Wanê û wê li Wanê cenaze were veşartin.

MÎTÊ GEF LÊ XWARIBÛ

Beriya ku êrişî Çelebî were kirin, MÎT’a Tirk gelek caran li wî geriyabû û sîxurtî li ser wî hatibû ferzkirin. Piştî ku Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) hatibû qetilkirin, Çelebî tevlî bernameyeke Medya Haberê bûbû û gotibû “MÎT gefa kuştina malbata me, li me dixwin. Teslîmiyetê li ser me ferz dikin.Ji ber ku dijmin li çiyayên Kurdistanê asê maye û tiştek ji destê wan nemaye, serî li metodên qirêj didin.”