Cenazeyê Tûran ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da, hate veşartin

Cenazeyê Mehmet Tûran li Giyadînê hate veşartin ku ji ber teqîna cismê ku zarokan ji Çiyayê Tendurekê anî bûn malê, jiyana xwe ji dest da.

Li gundikê Çobanê yê gundê Haci Halît ê navçeya Giyadînê ya Agiriyê, ji ber teqîna cismê ku zarokan ji Çiyayê Tendurekê anî bûn malê, Mehmet Tûran ê 50 salî jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Tûran piştî otopsiyê ji Nexweşxaya Dewletê ya Agiriyê hate wergirtin û doh êvarê li goristana li Giyadînê hate veşartin.

Di heman teqînê de Dîlan Tûran û Sevîm Tûran jî birîndar bûbûn, ku tedawiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê dewam dike. Ecem Tûran û Nesîm Tûran ên ku bi sivikî birîndar bûn, ji nexweşxaneyê derketin.