Cenazeyê şahidê Komkujiya Dersimê Şahîn hate veşartin

Cenazeyê Alî Hidir Şahîn (92) ku yek ji şahidên Komkujiya Dersimê bû, li gundê Meytan yê Dersimê bi merasîmekê hate veşartin.

Yek ji şahidên komkujiya Dersimê ya di navbera 1937-38’an de Alî Hidir Şahîn (92) ê du roj berê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cemê ya Dersimê merasîm hat lidarxistin. Şahidên komkujiya Dersimê, Wekîlê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

 ONLU: DIVÊ EM XWEDÎ LI VEGOTINÊN WÎ DERBIKEVÎN

Parlamenterê HDP’ê Onlu di merasîmê de axivî û sersaxî ji gelê Dersimê re xwest. Onlu destnîşan kir ku Şahîn yek ji şahidên komkujî û zilma dewletê re kiribû û got: “Me komkujî û zilma dewletê ji wan bihîst. Apê Xidir jî bi vegotinên xwe ji me re mîrateyek mezin hişt. Em ê jî wek gelê Dersimê xwedî li şahidiya Apê Xidir derbikevin û ji bo li dijî derketina zilm û komkujiyê berpirsyariya xwe bînin cih.”

Pişt re peywîra cenaze pêk hat û ji gel helalî hat xwestin. Cenazeyê Şahîn li gundê Meytanê defin kirin. Li goristanê find hatin vêxistin û qurnefil danîn ser gorê.

Jiyana Şahîn ê 92 salî bi şahidî û vegotina komkujiyê, sirgûn û girtîgehan de derbas bû. Şahîn di 70 saliya xwe de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û 6 sal di girtîgehê de ma.