Cenazeyê Ozevlî ku di wesayita xwe de mirî hate dîtin, hate veşartin

Cenazeyê endamê Meclîsa Şaredariya Sêrê Bûrhan Ozevlî yê DBP'yî, ku di wesayita xwe de mirî hatibû dîtin, hate veşartin.

Endamê Meclîsa Şaredariya navçeya Sêrê ya Wanê Bûrhan Ozevlî, 13’ê Çile bi wesayatiya xwe çûbû Mereşê û ji hingî ve agahî jê nedihat standin. Duh Ozevlî di wesayita xwe de mirî hate dîtin û cenazeyê wî îro hate veşartin. Konvoyeke wesayitan ya ku ji sedan wesayitî pêk hatî cenazeyê Ozevlî pêşwazî kir. Cenazeyê Ozevlî li taxa Baltepe ya Sêrê hate veşartin.

Rêveber, hevserokên DBP’ê yên Bajêr û Navçeyê li merasîma cenaze amade bûn. Piştî ku cenaze hate veşartin girse çû ser konê sersaxiyê.

Di rapora otopsiyê de sedema mirina Ozevlî weke "jehrbûna karbonmonoksîtê" hate nîşandan.