Cenazeyê Oner ê şehîdê xwerêveberiyê hate wergirtin

Cenazeyê Abdulbarî Oner ê ku di dema xwerêveberiyê ya Şirnexê de şehîd bûbû, piştî 5 salan teslîmî malbata wî hate kirin.

Li Şirnexê di sala 2016’an de piştî xwerêveberiyê dewleta Tirk qedexeya derketina derve ragihandibû û di vê qedexeyê de Abdulbarî Oner kuştibû. Cenazeyê Oner piştî 5 salan teslîmî malbata wî hate kirin.

Piştî ku nimûneya xwînê ya ku malbatê berê dabû li ya Oner hate, malbatê cenazeyê Oner ji goristana bêkesan a Şirnexê wergirt. Cenazeyê Oner li Goristana Şêx Hesen a Hezexê di bin ablûkaya polîsan de hate veşartin.