Karkerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ku ji ber rêgiriya PDK’ê neçar dimînin berê xwe bidin paytexta Iraq Baxdayê, bi gelek zorî, zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Di van rêya dûr û bi talûke de, welatî jiyana xwe ji dest didin.
Şêniyê Mexmûrê Cemal Hesen Musa Nerexî ku 8 zarokên wî hene û ji bo debara malbata xwe di santrala elektirikê ya şirketa MASS’a de kar dikir, qeza kir û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Cemal Hesen Musa ji bo otopsiyê li nexweşxaneya Bexdayê tê ragirtin, piştî 3 rojan di saetên êvarî de bi tevlîbûna hezaran kesî û konvoyekê cenazeyê Cemal bi girseyî spartin axê.
Di nava 6 mehên dawî de 5 karkerên wargehê yên çûna bajarên Iraqê, di encama qezayan de jiyana xwe ji dest dane.