Cenazeyê girtiyê hate qetilkirin Keve hate veşartin

Cenazeyê Bariş Keve ê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê li hucreya yek kesî hate qetilkirin, li Şaxê hate veşartin.

Cenazeyê Bariş Keve ku pêr li Girtîgeha Akçadag a Meletiyê ya Tîpa T'yê di hucreyeke yekkesî de hate qetilkirin, li Goristana Navendê ya navçeya Şaxê ya Wanê hat veşartin.

Rêvebirên HDP'a Wanê û navçeyê, rêvebirên TÛHAY-DER, rêvebirên DBP'a Wanê û navçeyê, TJA, rêvebirên MEBYA-DER û ARSÎSA'yê jî di nav de bi sedan kes tevli merasîma cenaze bûn.

Girseyê guh neda astengiyên polîsan û meşiya, tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kir.