Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Vedat Demîr hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Vedat Demîr ê ku li Geverê di şer de şehîd bûbû, li Êlihê hate veşartin.

Cenazeyê endamê HPG’ê Vedat Demîr (Serhat Tolhildan) ku di 3’yê Tîrmeha 2021’an de di şerekî li navçeya Gevera Colemêrgê de şehîd bûbû, li gundê Girbereşk ê Êlihê hate veşartin. Malbatê piştî 10 meh şûnde cenaze li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Herêmê ya Wanê teşhîs kir û anîn Êlihê. 

Leşker û polîsên ku gund dorpêç kirin, nehiştin ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe. Cenazeyê Demîr, ji aliyê ferdên malbatê ve hate veşartin, girseyeke qelebalix jî di ketina goristanê hate sekinandin.