Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kizilkaya hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê hPG'ê Sefa Kizilkaya ku 13'ê Tebaxê li Bedlîsê şehîd bû, li Amedê hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Sefa Kizilkaya 13'ê Tebaxê li bejahiya Bedlîsê di encama êrişa hewayî de şehîd bûbû. Malbata Kizilkaya ji bo cenazeyê kurê xwe werbigire 7'ê Îlonê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Piştî serlêdanê malbat ber bi Wanê ve hate şandin. Piştî ku malbatê cenaze teşhîs kir, doh nîvê şevê li Goristana Yenîkoy a navçeya Baglar a Amedê hate veşartin.

Di dema merasîma veşartinê de polîsên Tirk nehiştin ku ji bilî malbatê kes amade be.