Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gumuşay spartin axê

Bi dehan Kurdistaniyan bi merasîmekê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Diyar Gumuşay li gundê Girêmîra yê Nisêbînê spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Diyar Gumuşay (Akîf Bagok) ê ku di 29’ê Adarê de tevî 2 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li gundê Girêmîra yê Nisêbînê spartin axê.

Malbata Gumuşay cenazeyê şehîd Diyar Gumuşay (Akîf Bagok) wergirt û bire gundê Girêmîra yê Nisêbînê. Li vir piştî wacibên olî Kurdistaniyan darbesta şehîdê xwe li ser milan kir û heta goristana gund meşiyan.

Li goristanê cenazeyê şehîd Akîf Bagok bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dakiyan spartin axê.

Artêşa Tirk a dagirker roja 29’ê Adarê li navçeya Hezro ya Amedê operasyoneke dagirkeriyê dabû destpêkirin û gundê Meraniyê bombe kirîbû. Di encama bombebaranê de gerîlayên HPG’ê Diyar Gumuşay (Akîf Bagok) û Idrîs Uzkaş (Têkoşer Cûdî) şehîd bûbûn. Gerîla Alî Tekîn bi nasnav Rêber Andok jî birîndar bûbû û ji bo nekeve destê artêşa Tirk bombeya li ser xwe teqandibû û şehîd ketibû.