Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çetîner hate veşartin

Li Dêrsimê di êrîşa hewayî de gerîlayê HPG’ê Mûsa Çetîner (Çetîn Serhat) şehîd bûbû. Piştî 10 mehan cenazeyê wî li Sêwregê hate veşartin.

Li Dêrsimê di Tîrmeha 2018’an de gerîlayê HPG’ê Mûsa Çetîner di êrîşa hewayî de şehîd bûbû. Cenazeyê wî piştî ku li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû ragirtin, li goristana bêkesan hatibû veşartin. Piştî ku birayê wî mînaka DNA’yê da, malbatê cenazeyê xwe wergirtin.

Cenaze ji goristana bêkesan hate derxistin û birin Sêwrega Rihayê. Destûr nehate dayîn ku cenaze bi roj were veşartin û di bin ablûkaya polîsan de cenaze bi şev hate veşartin.

Ji bo Çetîner li Sêwregê li mala wan şîn hate danîn.