Cenazeyê gerîla di nava êrîşên li dijî mirovahiyê de hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR’ê Zana Kiliçoglu ku 9 meh beriya niha şehîd bibû, li goristana Bajêrgeh a navçeya Geverê hat veşartin.

Gerîlaya YJA-STAR‘ê Zana Kiliçoglu (Zana Vejîn Gever) di 5’ê Tebaxa 2021’an de li gundê Tilora yê navçeya Geverê şehîd bû. Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR’ê Zana Kiliçoglu piştî 9 mehan di bin dorpêça polisan de ji goristana bêkesan ya Colemêrgê hat derxistin û radestî malbatê hat kirin. Şaredariya Colemêrga ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin wesayîta cenaze neda malbatê ku cenazeyê keça xwe bibe Geverê. Li ser vê malbatê cenaze bi derfetên xwe anî Gever.

ÊRÎŞÊN DIJÎ MIROVAHIYÊ

Malbatê xwest cenazeyê keça xwe li goristana taxa Ormanê veşêre, lê Midûriyeta Polîsan a Geverê bi hinceta ku "nikarin ewlehiyê bigirin" destûr neda ku malbata cenaze li vê goristanê biveşêre. Li ser astengiya polîsan malbatê cenazeyê Kiliçoglu bir li goristana Bajêrgeheyê ya li ser rêya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê veşart. Polîsan dora goristanê dorpêç kir û desûr nedan kesên ku hatibûn merasîma cenaze derbasî goristanê bibin. Polîsan tenê destûr da ku malbata kiliçoglu tev li merasîma veşartina cenazeyê keça  xwe bibe.

Her wiha polîsan destûr neda ku rojnameger jî li goristanê dimên û wêneyan bikişînin. 

'EV DER AXA ŞEHÎD ZANA YE'

Dayika Kiliçoglu, Gulsum Kiliçoglu, piştî veşartina keça xwe bertek nîşanî dorpêça polÎsan da û got: "Ez nagirîm, serê min bilind e." Gulsum Kiliçoglu, ji bo polîsan jî got: “Bicihimin ji vir herin. Hûn kê ditirsînin. Ev der axa şehîd Zana ye. Zana jî şehîdê vê axê ye. Her zarokek min wek Zana ye û wê zarokên min hemû jî bibin Zana."

 Malbatê şîna xwe li taxa Cumhuriyetê danî û sersaxiyan qebul bike.