Cenazeyê fermandarê HPG’ê Erol hate veşartin

Cenazeyê yek ji Fermandarên Qada Dersimê ya HPG’ê Ertan Erol (Ferhat Dersim) ku Adara 2018’an li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû li gundê Afşeker ê Pêrtagê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji Fermandarên HPG’ê Ertan Erol Adara 2018’an li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû, cenazeyê Erol îro ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin û ber bi gundê Afşeker yê navçeya Pêrtag a Dersimê ve ketin rê.

Malbata Erol, Hevserokên HDP’ê yên bajar Ozlem Toprak, Hidir Çîçek, Hevserokê DBP’ê Alî Kurd û bi dehan kes tevlî merasîma li gundê Afşeker a navçeya Pêrtagê hate lidarxistin bûn. Piştî wecîbeyên olî li Mala Cemê hatin pêkanîn û şûnde, helalî hate xwestin û dûa hatin kirin.

Cenazeyê Erol ê bi kes, sor û zer hatibû xemilandin li goristana gund hate veşartin. Di merasîmê de tim dirûşim hatin qîrkirin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Kurd ê di merasîmê de axiftineke kurt kir, sersaxî ji malbatê re xwest.

Sersaxî li mala Erol a gund tê pejirandin.