Cenazeyê Ecer piştî 3 salan hate dayin

Cenazeyê Huseyîn Ecer ku li Hezexê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê Huseyîn Ecer ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê ya salên 2016-2017'an jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmî malbata wî hate kirin.

Şaxa TEM'ê ya Rihayê beriya rojekê li malbata Ecer ku 2 caran mînaka xwînê dabû geriya û xwest ku bê cenazeyê kurê xwe bigirin.

Li ser vê yekê malbata Ecer çû Rihayê û cenazeyê kurê xwe ji Gora Bêkesan a Rihayê derxist û anî li Goristana Asrî ya Cizîrê defin kir.

Tenê ji bo ferdên malbatê destûra beşdarbûna merasîma cenaze hate dayîn.