Cenazeyê Dîlek Adsan hate veşartin

Cenazeyê Endama Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Dîlek Adsan ku li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da hate veşartin.

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dîlek Adsan ku li Nexweşxaneya Gazî ya Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wê, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Adsan bi konvoyeke ji wesayitan anîn Êlihê.

Walîtiya Tirk a li Êlihê destûr neda ku li Şaxê Êlihê yê Sendîkaya Egîtîm-Senê merasîm bê lidarxistin. Bi îdîaya "Bi şev e, pirsgirêka ewlekariyê heye" destûr ji merasîmê re nehate dayin.

Ji bo Adsan nîvê şevê li Goristana Taxa Korikê merasîmek hate lidarxistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tîryakî, Dersim Dag, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Necdet Îpekyuz, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê, Egîtîm-Sen, SES, Sendîkaya Petrol-Îşê, Genel-Îş û rêveberên gelek saziyên din ên civaka sivîl tevlî merasîmê bûn.

Li dû nimêja li Goristana Asrî, cenazeyê Adsan birin Goristana Taxa Korikê û li wir hate veşartin.

Berdevka TJA'yê Gulcîhan Şîmşek li merasîmê axivî û diyar kir ku Adsan yek ji pêşengên têkoşîna rizgariya civakê bû. Şîmşek got, "Hevala me Dîlek şehîd e. Em ê wê ji bîr nekin û xwedî li têkoşîna wê derkevin."

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî got, "Em ê têkoşîna wê ji cihê mayî bidomînin. Wê bi têkoşîn û rûkeniya xwe bê bîra me."

Jinan piştî merasîmê wêne û qurnefîl danîn ser gora Adsan.