Cenazeyê Derwêşî hate veşartin

Cenazeyê Ferşat Derwêşî yê li bajaroka Bala yê Urmiyê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat qetilkirin, bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin.

Li tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îran û seransî cîhanê bertekên li dijî qetilkirina Jîna Emînî berdewam dike. Greva giştî ya di 19’ê Îlonê de hate destpêkirin li seranserî welat didome. Hate zanîn ku di encama gulebaran hêzên Îranê ya li ser gel de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 241 kes jî birîndar bûne. Di çalakiyan de welatiyên bi navê Mohsen Mohmmadî li Dîvandare, Reza Lotfî (25) li Dehgolan, Ferşad Derwêşî (23) li bajarokê Bala yê Urmiyê, Zekeriya Silêmanî (17) li Pîranşhrê û Fereydon Mehmoudî li Seqizê jiyana xwe ji dest dan.

BI DIRÛŞMEYAN HATE VEŞARTIN

Ferşad Derwêşî yê 23 salî di 20’ê Îlonê de li bajarokê Balayê yê Urmiyê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Derwêşî bi giranî rakirin nexweşxaneya Îmam Rizayi. Li gel hemû mudaxelyan jî Derwêşî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Derwêşî ji aliyê hezaran kesî ve hate veşartin. 

Li ser goristanê bi hezaran kesî bi yek dengî dirûşmeyên “Bimre dikdatorî“ û “Şehîd namirin“ berz kirin.

Protestoyên li herêmê berdewam dike.