Cenazeyê Boçnak di bin dorpêçiya polîsan de hate veşartin

Polîsên Tirk nehiştin ku kes tevlî merasîma veşartina cenazeyê Alî Boçnak bibe. Cenaze di bin dorpêçiya polîsan de hate veşartin.

Li Qersê di sala 2009'an de di oeprasyona qirkirina siyasî de Alî Boçnak hatibû destgîrkirin û piştre 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Alî Boçnak ê 76 salî ku nexweş bû li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê doh jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Boçnak piştî ku li morga nexweşxaneyê bi saetan hate rawestandin êvarê radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê Boçnak birin Qersê û danê sibehê li Goristana Asrî ya Yenîmahalleyê hate veşartin.

Polîsên Tirk nehiştin ku ji bilî xizmên wî kes tevlî merasîmê bibin.