Cemîla ji bo avakirina jiyaneke aram canê xwe feda kir

Yek ji cangoriyên di oxira jiyaneke aram de li Rojavayê Kurdistanê canê xwe feda kir, endama Asayîşa Jinê Cemîla Mihemed bû.

Di şoreşa Rojava de jinan li dijî çete û komên terorê îradayek mezin derxistin holê ku ji tevahiya cîhanê re bûn mînak.  Îro jin ji bo azadiya hemû jinan li ber xwe didin, têkoşîneke mezin didin û canê xwe fedayî şoreşê û azadiyê dikin . Keça Til Temirê Cemîla Mihemed jî yek ji van jinan bû ku ji bo avakirina jiyanek aram tijî wekhevî û azadî di 30 'ê Çileya 2015' an de  tevlî nav hêzên Asayişê a bajarê Til Temir ya kantona Hesekê bû. Cemîla bi  lehengiyek mezin di 15'ê Îlonê 2015'an de  jiyana xwe di çeperên herî pêş ên şerê Til Temirê de ji dest da.

CEMÎLA KEÇEKE BIAQIL, ŞERKER Û FEDEKAR BÛ

Dayika şehîd Cemîla Terfa Dawid li ser jiyana keça xwe û bîranînê wê axivî.  Terfa anî ziman ku Cemîla ji zaroktiya xwe ve keçek pir biaqil û baş bûye. Ji ber rewşa malbatê em çûn Himsê û me kar kir.  Ji ber Rêjîma Sûriyeyê her çar birayên Cemîla ji sedamên ne diyar xistin zindanê de, Cemîla bi hemû hêza xwe hewl dida ku alîkariya malbatê bikE û ji ber wê çi kar biketa ber dikir.  

Dayika Cemîla Terfa li ser taybetmendiyên Cemîla wiha got:"Wê ji hevalên xwe hez dikir û bi hemû derfetên xwe alîkarî dida derdora xwe.  Bi destpêkirina Aloziya li Sûriyeyê  ji bo rewşa ewle em ji Himsê  vegeriyan gundê Şûniyê yê girêdayî bajarê Til Temir  û me jiyana xwe li wir dewam kir. Bavê Cemîla Erb tevli nav refên YPG 'ê bû.  Paşê cemîla jî tevli hêzên Asayişê bû. Min Cemîla di asayişê de pir xurt dît û bi qehremanî li ber xwe dida.

Dayika Terfa anî ziman ku Cemîla ji bo azadiya jinan tevlî hêzên Asayişê bû û wiha dewam kir: "Cemîla pir meyla xwe dabû ser min  û tirsa wê her li ser min bû.  Berî ku Cemîla jiyana jiyana xwe ji dest bide  rojekê li gel min ma û herdem wêneyê  xwe bimire digirt min got çima tu wisa dikî got şehadet li pêşiya mine. Roja dinê hatin ji min re gotin ku Cemîla jiyana xwe ji dest daye. Ez pir  pê êşiyam. Piştî  wê bavê wî jî di şerê Til Temir de jiyana xwe ji dest da. Serê me ji ber keça me bilind e.  Ji ber ku wê ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir. 

‘WÊ JI HEVALÊN XWE HEZ DIKIR, HER DEM ALÎKARÎ DIDA WAN’

Mamostiya Ziman hevala Cemîla Gulîstan Mihemed li ser hevaltiya xwe û Cemîlayê wiha dibêje: "ew hevalek pir baş bû ,fedekar bû, herdem alîkariya malbata xwe û hevalên xwe dikir. Cemîla herdem dihat mala min û alîkariya min dikir . Ez demekê çûm Tirkiyeyê ew her bi min re diaxivî û digot ez pir kêfxweşim ku tevli Asayîşê bûme. dema min bihîst ku Cemîla jiyana xwe ji dest da ez pir êşiyam."

‘CEMÎLA DI DILÊ HER KESÎ DE YE’

Dotmama Cemîla Nadiya Ehmed  jî  diyar kir ku helbestek li ser Cemîla nivisand û wiha got "Cemîla bi zarokan re zarok bû, bi mezinan re mezin bû , me pir jê hezdikir rêzdarî dida herkesi. Mirov çiqas behsa wê bike nikare heqê wê bidê. Min helbestek li ser Cemîla nivisand li gorî hestê xwe min ew nîvisand."

Endama Asayişa Jin Şînda Sîdo ku hevala Cemîla bû wiha behsa wê kir "Me rojên pir xweş di nav xebatê de derbas kirin. Cemîla herdem xwe dida pêş û çi jê dihat xwestin dikir. Hevalek pir fedekar bû. Em hevalên Cemîla soz didin ku tola wê hilînin û tekoşîna xwe xurtir bikin."