Çay û çaydanê navdar ê gerîla
Çaydanê reş ê ku bêhnê li mirovan vedide. Bi gerîla re her tim çaydanekî reş heye. Ji xwe timî tê gotin, çaya gerîla gelekî cuda ye. Ya ku vê çayê bi tehm dike jî çaydanê reş ê gerîla ye.
Çaydanê reş ê ku bêhnê li mirovan vedide. Bi gerîla re her tim çaydanekî reş heye. Ji xwe timî tê gotin, çaya gerîla gelekî cuda ye. Ya ku vê çayê bi tehm dike jî çaydanê reş ê gerîla ye.
Piştî rêwîteyeke dûr û dîrêj, gerîla li dora êgir li hev dicivin. Di vê demê de çaydanê reş dikeve dewrê, ji bo barê gerîla hinekî sivik bike. Şert û merc çi dibe bila bibe, çaydanê reş her tim bi gerîla re ye. Cihekî vî çaydanî bişikê yan jî bigupe, dîsa jî tê sererastkirin û tevî hesret û îsyana gerîla, çay di vî çaydanî de dikele.
Tevî vê çaya bêhempa ya li çaydanê reş ê gerîla, sohbeta gerîla ya li dora êgîr hêjayî guhdarîkirinê ye.