Cara duyemîn serlêdana ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin

Makbûle Ozer a ku 80 salî ye û ji sedî 55 astengdar e ji bo ku karibe ‘Cezayê xwe li malê bidomîne’ cara duyemîn serlêdan hate kirin. Ev serlêdan jî hate redkirin.

Makbûle Ozer a ku li Artemêta Wanê bi îddîaya ‘Alîkarî daye rêxistinê’ 2 sal û mehek ceza lê hatibû lêbirin, ji bo ku karibe ‘Cezayê xwe li malê bidomîne’ cara duyemîn serlêdan hate kirin. Hakîmtiya Înfaza Wanê diyar kir rapora ji Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê ne bes e û divê Saziya Tipa Edlî jî raporê bide.

Parêzer Dîlan Kunt Ayan îtîrazî biryarê kir û got “Heke jineke 80 salî û ji sedî 55 astengdar di girtîgehê de be, ev mialemeyeke xerab e.

Piştî biryara Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 1’emîn wê ji bo Ozer serî li Dadgeha Makeqanûnê were xistin.