CÎK: Kurdkujî hevkariya dagirkeriyê ye

CÎK: Mafê her Kurdekî welatperwer û xwenas heye ku li herdera erdnîgariya Kurdîstanê de bijî û xwe bi rêxistin bike. Ev kesên li dijî dagirkerên Kurdîstanê têdikoşin, divê wek kesên pîroz bên pêşwazîkirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkildarî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê û dîsa hewldana şerê Kurd bi Kurd daxuyaniyek da.

Daxuyaniya CÎK’ê wiha ye:

“Bi sedan sal e, ji bo Kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa û xwezayî, li dijî wehşetên dagirkeran têdikoşin.

Gelê kurd ji aliyê çar dewletên dagirker û hevkarên wan ên berjewendîpersest ve tên kuştin, zîndanî kirin, talan kirin, bi xîret û şerefa wan tê lîstin, Îrada wan bi darê zorê hatiye desteser kirin û bi darê zorê ji Kurdîstanê tên derxistin.

Qehreman û egîdên Kurdan rexmî hemû zordariyan, di bin şert û mercên giran ên mirov nikaribe rabigire de, li ber xwe didin. Bi çekên sivik, li beramberî firokeyên cengê, tang, top û çekên kîmyewî têdikoşin.

Mafê her Kurdekî welatperwer û xwenas heye ku li herdera erdnîgariya Kurdistanê de bijî û xwe bi rêxistin bike. Ev kesên li dijî dagirkerên Kurdistanê têdikoşin, divê wek kesên pîroz bên pêşwazîkirin.

Mela Mustafa Berzanî bi salan li Rojhelatê Kurdistanê têkoşîn meşand û Erka xwe ya Neteweyî pêk anî. Şêx Ehmed Berzanî li Mûsilê ji hêla Osmaniyan ve hate darvekirin. Dagirkerên Kurd bi taybetî jî dewleta Tirk, heta niha ji bo tunekirina neteweya Kurd pêşengîya her sê dewletên dagirker kiriye û dike.

Dijminê sereke yê gelê Kurd dewleta Tirkan e. Dewletên Ereb û ya Farisan jî, jê kêmtir nînin. Gelê Kurd û bi taybetî jî, kesên bi salan doza Kurd meşandine, jê re rêberî kirine û dikin, pêwist e gellekî bi eqlî tev bigerin û neyên lîstikên dagirkeran.

Divê axeftin û propagandayên hevdu reşkirinê werin sekinandin. Karkirin û hevkariyên eşkere û veşartî bi dagirkerên Kurdistanê re wek heram bên dîtin. Çawa ku karkirin û hevkariyên Fîlîstînîyan yên bi dewleta Îsraîliyan re wek heram û îxanet tê dîtin. Îxaneta xak û gel li gor hemû qanûnan sûc û gunehekî giran e, pêwist e gelê me jî têkiliyên li dij gel û axa pîroz, ên bi dagirkeran re, ji xwe re heram û gunehekî mezin bizane. Çi eşkere çi veşartî, têkiliyên li dij Kurdekî din, ên bi dagirkeran re divê werin teşhîrkirin ku xwediyê van tekiliyan di nav mala Kurd de nikaribe bijî û wek kesayetekî xayîn ji nav mala Kurd were derkirin.

Têkilî û danusandinên dîplomasî û ti carî pêwîst e, li ser xwîna Kurdan neyê meşandin. Her kesayet û neferekî Kurd û erdnîgariya Kurdistanê divê pîroz were dîtin û wek şerefa Kurd werin parastin. Pîroziyên me xaka me, şehîdên me û gelê me ne. Binpêkirina van pîroziyan divê di bin ti merc û şertekê de neyê pejirandin.

Kesên şerê navxweyî sor dikin û didin sorkirin, divê ji hêla her Kurdekî ve were astengkirin û pêşî lê were girtin. Kesên ku veşartî an eşkere Kurdekî bide kuştin an radestî dagirkeran bike, divê wek gunehbarekî mezin ê dinya û axretê were dîtin û pênasekirin.

Dagirkerên Kurdistanê bi taybetî Dewleta Tirk dijminê her Kurdî ye, dijminê dîrok û xwezaya Kurdistanê ye. Heta ev dijmin baş neyê naskirin, doza Kurd û Kurdistanê jî bi kurahî nikare were naskirin û birêvebirin.

Em Civaka Îslamiya Kurdîstanê dibêjin; şerê Kurd bi Kurd re û hevkariya Kurd bi dagirkerên Kurdistanê re heram û gunehekî mezin e. Sorkirina Kurd kuştinê heram e û guneh e. Fîtne û gurkirina nav mala Kurd heram e.

Em Bang li PKK’ê û KDP’ê dikin ku Kurdkujî mal wêranî ye, Kurdkujî xwekujî ye. Em bi taybet bang li KDP’ê dikin, li dij birayên xwe xwedî liv û tevgera serbazî nebin, li dijî dagirkeran xwedî helwest û gotin bin. Ji bo dagirkerên Tirk ji nav axa pîroz bên derxistin, bê sekn û westandin, dîplomasî, civakî û ticarî karê xwe bi awayekî bilezûbez pêk bînin.

Gerîlla jî, pêşmerge jî garantiya Kurdistanê ye, vê garantiyê têk nebin!

Têkoşîna pêşemergeyên qedîm li dijî faşîzma Seddam çiqas miqeddes û pîroz bû, îro jî ya gerîla li dijî faşîzma Tirkan ewqas miqedes e. Derfet û deskeftên gelên me yên qehreman lawaz nekin, xwîna cangoriyên me bê wate nehêlin, li hember hevdu nesekinin, berovajî wê; mil bi mil azadiya Netewa Kurd ava bikin. Birînên gelê Kurd zêde û kûr nekin, birînên gelê Kurd bikewînin.

Herame kû hêzên Kurdî êrîşê hev du bikin! Daxwaza me ji PDK’ê û PKK’ê ev e ku pirsgirêkên di nava mala Kurd de, bi danûsandinan çareser bikin.

Bi giştî banga me ji bo hemu Kurdan û bi taybetî ji bo Misilmanên Kurd! Nehêlin Kurdkujî çêbe, ruhê welatperwerî û milletperweriyê pêş ve bidin û bilind bikin. Da ku dek û dolabên dewleta Tirk û dagirkerên dîtir têk biçin. Ma ne şerm e, nêviyên Selahedîn, Şêx Seîd, Seyît Riza, Qadî Muhemmed, Mela Mustafa Barzanî, heval û hogirên Egîd û Mezluman û şagirdên Serok Apo, bibin amûrên destê diz, tirsonek, derewker û olfiroşan!

Werin em fermana Xwedê ku yekîtî û Îtîfaqa miletê mezlûm e, bi cih bînin û nekevin defika dijminan. Xwedê ferman dike: Ey gelê mezlûm û bindest, xwe bi benê Xwedê bigrin, Îtîfaq û yekitiya xwe çêkin. Ev fermana Xwedê, dîrok û gelê me yê berxwedêr e, vê fermanê bicih bikin!

Dem dema avakirina Yekîtiya Netewa Kurd e!

Dem dema li dij derketina dagirkeran e!

Dem dema avakirin û heskirinê ye!

Dem dema têkbirina dewleta Tirk û dagirkerên Kurdistanê ye!

Sedsal sedsala avakirina Kurdistanekî yek girtî û azade!”