Bûldan: Yên şer dixwazin tecrîdê girantir dikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di 3'emîn Kongreya partiya xwe ya Şirnexê de axivi û wiha got: "Yên şer dixwazin tecrîdê girantir dikin. Hemû destkeftiyên Kurdan dikin hedef. Berpirsiyariya me ya herî mezin avakirina Yekîtiya Neteeyî ye."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma, "Em ê bi hêvî û werekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin li Otela Şehrî Nuh a Şirnexê li dar xist. Di kongreyê de li gel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş, Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, Rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan jî amade bûn. Jinan bi kincên xwe yên kurdî reng dan salonê.  Jinên ku bi kincên xwe yên kurdî reng dan salonê beriya kongreyê bi saetan govend girtin. Li salonê pankarta bi dirûşên, "Aştî nikare bê tecrîdkirin", "Jin jiyan azadî" û "Wê jinên ciwan faşîzmê têk bibin" hat daliqandin. Pervîn Bûldan bi dirûşmeyan û coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Piştî ku Pervîn hat salonê kongreyê ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat gittin û sînevîzyoke derbarê hilbijartina 31'ê Adarê û qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin hat pêşandan.

Piştî Sînevîzyonê Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez axaftineke kurt kir û ji rêveberiya nû re serkeftin xwest. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, pêşniyaza ku bila ev kongre bibe wesîleya aştî û demokrasiyê kir. Pervîn Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Asiya Yuksel û Mehmet Tunç ên di serdema qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: "Em ê di encama vê têkoşîna zor û zahmet de bi hev re bi ser kevin. Em ê 3'emîn Kongreya Awaret di 23'yê Sibatê de li Enqereyê li dar bixin. Bila Kongreya me ewqas bi hêz be ku em bikaribin dengê xwe ji Selahattîn Demîrtaş û ji Fîgen Yuksekdag re bigihînin."

'LI BOTANÊ LÎSTIKÊN QIRÊJ HATIN LÎSTIN'

Bûldan bal kişand ser tevlibûna gel a ji bo kongreya HDP'ê ku li gelek bajaran li dar xistin û got ku li Şirnexê jî tevlibûn bi heman rengî ye û got: "Kesên ku dibêjin em ê HDP'ê asteng bikin bila li vê salonê binêrin û li bajarên vê derê bibêrin. Bila bibînin ku gelê me çiqas bi biryar tevdigere. Bila bibînin ku gelê me serî netewandiye. We îro careke din ev helwesta xwe ya serhildêr nîşan da. Nîşaneya serkeftin û serhildanê helwesta gelê Şirnexê û navçeyên wê ye. Gelê me tu serdeman ji berxwedana xwe tawîz nedaye. Çi dikin bila bikin lê wê nikaribin encama ku dixwazin bidest bixin bigirin. Wê têkoşîna vî gelî ya ji bo azadiyê bi dawî nebe. Botan ji bo vê mînak e. Botan li gel hemû pêkutiyan li ser piyan e û îradeya xwe daniye holê. Me li vêderê hilbijartineke herêmî pêk anî û me bajarê Şirnexê û navçeyên wê bi dest xistin. Lê me lîstikên qirêj ku hatin lîstin jî dîtin. Li vê derê bi sextekariyê xwestin bi ser kevin û bajar ji me girtin. Qeyûm tayînî navçeyên şirnexê kirin û şaredariyên me desteser kirin. Lê li gel vê bi taybetî jî xwestin ku ji gelê kurd re bibêjin 'hûn bi ser kevin û şaredariyan bi dest bixin jî em vî mafî nadin we' û peyama xwe aşkera kirin."

'GELÊ KURD DÊ AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ'

Pervîn Bûldan, anî ziman ku gelê Şirnexê rastî gelek zilm û neheqiyan hatiye û wiha lê zêde kir: “Gelê Şirnexê û navçeyên wan îqtîdara hikûmetê diheşînin. Gelê Şirnexê dê bi vê sekna xwe ya berxwedêr heta dawî îqtîdara we hilweşîne. Em hemû bi hevre van lîstikên li vir dişopînin. Îro îqtîdara AKP'ê xwe tev li karê sporê jî dike. AKP'ê ev welat xist vî halî. Hûn çi  dikin bikin dîsa gelê Kurd dê bi zimanê xwe, spora xwe û hemû têkoşîna xwe îqtîdara we hilweşîne. Gelê Kurd dê aştiyê bîne vî welatî."

'YÊN JI AŞTIYÊ BÊZAR TECRÎDÊ KÛR DIKIN'

Pervîn Bûldan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Bi salan e li vî welatî tecrîd heye. Li ser Birêz Ocalan tecrîda girankirî heye. Tevî tecrîda giran Birêz Ocalan ji bo aştî, demokrasî û aramiya vî welatî têkoşiya. Bi hewldana Birêz Ocalan di sala 2011-2015'an a pêvajoya aştiyê de em bûn şahid ku zarokên me jiyana xwe ji dest dadin. Şer rawestiya û hêsirên dayikan nebariyan. Lê yên ji vê bêvajoyê bêzar bûn li ser Birêz Ocalan dîsa tecrîda giran pêş xistin. Îro tevahiya civaka Tirkiyeyê di tecrîdê de ye. Gelê Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Di serî de gelê Kurd û hemû kesên dengê xwe nedane AKP'ê tên cezakirin.

POLÎTÎKAYÊN DERVE LI SER DEREWAN AVA DIKIN

Pervîn Bûldan, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên derve jî û wiha pêde çû: "Em wekî HDP'ê her dem alîgirê aştiyê ne. Hemû polîtikayên îqtîdarê tev li ser derew û şaşiyan hatiye avakirin. Li ser axa ku Kurd lê dijîn ji bo destkeftiyên Kurdan asteng bikin şer pêş dixin. Li cihê ku gelê Suriyeyê di nava aştiyê de dijiya, Tirkiye êrîş kir. Tu mafê Tirkiye yê vê yekê tune ye. Em diyar dikin ku divê vê meseleyê bi muzakere û diyalogê çareser bikin. Her şer rijandina xwînê ye. Kengî em bi hevre bijîn em dikarin bi ewle derbasî pêşerojê bibin."

AKP'Ê DI 20 SALAN DE ÊŞ PÊŞ XISTIN'

Pervîn Bûldan, herî dawî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê 20 salin îqtîdar e û di 20 salan de ji xeynî xizanî, betalî û êşê tiştek neda gelê Tirkiyeyê û wiha got: "Divê ev welat bi lez ji welatê rêve beriya yek zilamî bê rizgarkirin. Divê li vî welatî her kes di nava aştiyê de û wekî xwişk û bira bi hevre bijîn. Ji ber vê yekê HDP heye. Erka me ya sereke ewe ku gelên li vî welatî bi hevre di nava aştiyê de bijîn e. Em dê bi ser bikevin."  Piştî axaftinan ji bo Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê Sabahattin Denîz û Sabahat Akdag hatin hilbijartin.

Kongre bi rêveberiya nû bi dawî bû.