Bûldan: Hêviya me ya edaletê ji vê desthilatdariyê nîne

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew xwedî li têkoşîna Malbata Şenyaşar derdikevin û got, "Em ji vê desthilatdariyê hêviya edaletê nakin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ji bo serdana malbata Şenyaşar û dayika Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan a dîlgirtî Lutfiye Gokkan bike, hate Rihayê. Bûldan rêxistina HDP'ê ya Rihayê ya li navçeya Xelîliyeyê ziyaret kir. Bûldan ji aliyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û HDP'iyan ve hate pêşwazîkirin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenter Ayşe Surucu û Mahmût Togrûl jî bi Bûldan re bû.

'EM HÊVIYA EDALETÊ JI VÊ DESTHILATDARIYÊ NAKIN'

Bûldan li avahiya rêxistina partiyê daxuyanî da û got, "Li welatekî ku hiqûq, wijdan nîne, em ji vê hikumetê ne li benda edaletê ne. Em zanin ku piştî ev hikumet çû wê bi sîstemeke nû ya hiqûqê kiryarên van bûyeran hemûyan bê cezakirin."

Bûldan got, "Têkoşîna me ya ji bo hiqûqê wê dewam bike" û destnîşan kir ku hikumeta AKP-MHP'ê nikare vî welatî bi rê ve bibe, têkoşîna malbata Şenyaşar têkoşîna me ye.

Dema ku Bûldan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dida, Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li ber edliyeyê çalakiya nobedê dikirin bi lêdanê hatin destgîrkirin.