Bûldan: Em ê heta dawiyê girêdayê têkoşîna Apê Mûsa bin

Nivîskarê Kurd Mûsa Anter di 30’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî wê bêk bê.“

Nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê Îlona sala 1992’yan de li Semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlî yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat bibîranîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîclê Firatê (DFG), bibîranîn organîze kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan,  Berdevka HDP‘ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altındag ên ji karê xwe hatin girtin, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), rojnamevanên Kurd, nûnerên rêxistinên civak sivîl, malbata rojnamevan Huseyîn Denîz ê salên 90’î hat qetilkirin û gelek kes tev li bibîranê bûn. Beriya bibîranînê, serdana muzexaneya Apê Mûsa hat kirin.

Di bîranînê de ewilî kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter axivî. Anter anî ziman ku 30 sal li ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bû û got: “Doz 30 sal in berdewam e. Sibehê dîsa rûniştinek a dozê heye. Buhurîna demê di ser sûcên li dijî mirovahiyê nîn e.  Qetilkirina Apê Mûsa û bi hezaran kesan bi destên dewletê nayê efûkirin. Em demokrasî û edaletê dixwazin. Eger ev pêk bên wê sûcên li dijî mirovahiyê jî holê rabibin.“

Anter bal kişand li ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re û got: “Hevhelalkirin bi derxistina holê ya kujerên Apê Mûsa û kiryar nediyaran e.“

Piştre, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û got: “Xwest pênûsa Apê Mûsa bişikînin lê yên di pey re hatine rahiştine wê pênûsê û li gotina rastiyê dewam kirine“

‘TIMÎ AŞTÎ, BIRATÎ Û HEQÎQET NIVÎSΑ

Di bîranînê de herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Îro carek din li ser gora Apê Mûsa dibêjin Xwedê rehma xwe lê bike, ji malbat, dost û hevrêyên wî re sebrê dixwazim. Berî 30 salan îro Apê Mûsa hate qetilkirin, em carek din di salvegera qetilkirina wî de hatin ba hev û Apê Mûsa bi bîr tînin. Pênûsa Apê Mûsa tu carê ji rastiyê dur neket, timî aştî, birastî, heqîqet nivîsî û ji bo rastî derkeve holê têkoşîn kir. Kesayet, helwest, berxwedan û têkoşîna Apê Mûsa, wê tu carê ji bîra gelê Kurd neçe.“

‘ÇAPEMENIYA AZAD RÊYA HEQÎQETÊ DIMEŞÎNE‘

Bûldan anî ziman ku Apê Mûsa rojnamevan bû û pênûsa wî timî ji bo parastina aştiyê li vî welatî nivîsand û got: “Ji wê rojê heta bi niha çapemeniya azad ev pênûs dewr girtiye û vê heqîqetê dimeşîne. Helbet em kesên ku Apê Mûsa qetil kirin jî nas dikin. Ev nav mirovên naskirî û yên têne naskirinin. Lê tevî ku dem derbas bû jî, ne destgîrkirin û ne jî lêpirsînek cuda nehatiye kirin. Doza 30 sal e bi hinceta îtîraf nehatiye girtin didome.“

‘WÊ TÊKOŞÎNA EDALET Û HIQÛQÊ BIDOME‘

Bûldan got ku helbet bi milyonan kes hene ku têkoşîna Apê Mûsa bidomîne û bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: “Lê em dizanin ku bi milyonan lê xwedî derdikevin. Weke Ferhat Tepe, Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, yên kiryarên wan ne diyar. Em kiryaran nasdikin. Em careke din li pêşberî hemû gelê xwe soz didin em ê tu carî we ji bîr nakin, em ê heta dawiyê bi têkoşîna we re bin. Em careke din ji malbat û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku têkoşîna edalet û hiqûqê wê ji niha û pê ve jî bidome.“