Bûldan: Divê her kes biçe ser sindoqan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bibîr xist ku dema hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate kirin aramî li welat hebû. Bûldan got: “Pir kêm maye wê AKP biçe.” banga her kes divê biçe dengê xwe bikar bîne, kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, mîtînga fînalê li Îdirê kir. Mîtîng li Qada Şaredariyê hat lidarxistin. Parlementgerê bajêr Habîp Eksîk, Hevşaredarê Îdirê Mûrat Yîkît, Namzetên Hevşarêdarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş, namzetên hevşarên navçeyan û gelek endamên partiyê beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran kesên qad tije kirin, li ber dahol û zirnê gevend gerandin. Jina bi kincên xwe yên rengîn, qada mîtîngê xemilandin. Ji ber cih di qadê de nema welatiyan ji balkon, li ser kargeh û malên xwe mîtîng temaşe kirin.

Di mîtîngê de pankartên “Emê bi hev re qezenc bikin, em ê bi hev re bi rê ve bibin” û “Duh me bi ser xist û emê îro jî bi ser bixin” hatin daliqandin.

‘31’Ê ADARÊ EM Ê DERSEK XWEŞ BIDIN WAN’

Bi destpêkirina mîtîngê re, namzeta hevaşaredariyê Eylem Çelîk gel silav kir û wiha axivî: “Îdirê weke Çiyayê Agirî ya biheybet û agirê Newrozê agir berdan dilê hemû gelan. Em baş dizanîn ku Îdir wê bi ronahiya agirê Newrozê bi serkeftinê şiyar bibe.” Piştre namzet Yaşar Akkûş, axaftinek kurt kir û wiha got: “Em ê hemû bibin yek. Îdir pêvajoyek dîrokî dijî. Di 31’ê Adarê de em ê dersek xweş bidin vane.”

Piştî namzetan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derket ser dikê û gel silav kir û axaftina xwe kir.

Bûldan bibîr xist ku wan ji Cizîrê dest bi gera xwe ya hilbijartinê kir û îro mitînga fînalê li Îdirê pêk tînin. Bûldan diyar kir ku ji berwê îro mîtînga fînalê li Îdirê lidar dixin gelek kêfxweş, kelecan û bi moral e û got: “Îdir îro hê xweştir e. Jin, ciwan, azerî, Kurd, Tirk û Tirkmen mil dane milê hev û xweşiktir in.”

‘WÊ BIÇIN’

Bûldan bal kişand ser tengezariyên aborî û wiha dewam kir: “AKP’ê li ser vê axê feqîr û belengaz kiriye. Hezkirin, edalet û aramiyê xelas kiriye. Du rojên desthilata AKP’ê man. Tu tiştek nedan gel û gel mexdûrtir kirin.Îdir mozaîka gelan û em vê diparêzin. Desthilat jî dixwaze vê mozaîkê hilweşîne. Ji bo li ser desthilatê bimînin çi ji destê wan tê dikin. Hemû lîstikan pêk tînin. Em ji AKP’ê re vê dibêjin; Di 31’ê Adarê de wê bayê HDP’ê li her devera Tirkiyeyê ba bibe. Em dibêjin wê ev desthilat di 31’ê Adarê de biçe û rêwî ne.”

‘AŞTÎ, ARAMÎ, DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DIXWAZIN’

Bûldan anî ziman ku hemû çandinî û sewalkariya li Deşta Îdirê qedandin û di şûna ji gel re xizmeta aborî û îtîhdama cotkariyê bikin lê girtîgehan çêkirin û zêdekirin. Bûldan got çi fabrîkayên hebûn jî yek bi yek tên firotinê. Bûldan got pêdiviya Îdiriyan ne bi girtîgehan pêdiviya wan bi aramî, aborî, aştî, azadî û demokrasiyê heye.

Bûldan bersiv da gotina “Ez aborînas im” a Serokkomar Erdogan û got: “Aboriya wan aboriya 17-25’ê Kanûnê ye. Aboriya wan aboriya nelirêtiyê û veşartina pereyan a di qutiyên pêlavan de ne. Niha jî derketiye dibêje ‘ez ê aboriyê birêkûpêk bikim.’ Ma tu yê ku dera aboriyê rast bikî? Hûn bi kîjan aliyê meseleyê digirin di destê we de dimîne. Însan êdî bi derewên wan bawer nake. Însanan mexdûrî kartol û pîvazan kirin.”

Bûldan bertek nîşanî gotinên Erdogan ên li dijî Ahmet Turk jî da û got: “Tayyîp beg duh derketiye û hêja û însanê aştiyê Ahmet Turk hedef nîşan dide. Ew mirovê aştiyê ye. Ji ber ku bûye namzet ewqas êrîşî wî dikin. Ne hedê tu kesî ye hêja Ahmet Turk reş bikin û gotinan jê re bêjin. Em ji vir bi hezaran silavên xwe ji Ahmet Turk re dişînin.”

‘DENGÊ XWE BIDIN Û XWEDÎ LI VÎN Û SINDOQAN DERBIKEVIN’

Bûldan da zanîn ku 31’ê Adarê firsendek dîrokî ye û got: “Em di 31’ê Adarê de dersek mezin bidin wan. Biçin deng dayînê ev hilbijartinek gelek girîng e. Dengek jî gelek girîng e. Em xwedî li deng, vîn û sindoqên xwe derkevin.”

Mitîng bi konsera hunermend Cevdet Bagca bi dawî bû.